Şandeyek ji Meclisa Ol û Baweriyan bi beşdariya şêx û rûspiyên eşîran, serdana malên Xiristiyanên li bajarê Tebqayê kir û cejna wan pîroz kirin.
Şandeyê di serdana de diyar kir ku jiyana hevbeş, pirrengiya olî û çandî jêdera hêzê û dewlemendiya civakê ye.
Piştre şandeyê serdana dêra Tebqayê ya ku çeteyên DAIŞˊê wêran kiribû, kir.
Li wir şandeyê bi daxuyaniyekê bang li gelê Sûriyê kir ku, wek xweşik û bira, aştî û azadî bijîn.
Her wiha Nûnerê malbatên Xiristiyanên Tebqayê George Elias jî li wir axivî û diyar kir ku cejna Noelê peyama yekitiya hêvî ye.
Ev serdan ji bo xurtkirina nirxên jiyana hevbeş û rêzgirtinê di nava pêkhateyên olî û çandî li Tebqayê de hat kirin.



