Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li başûrê Xezayê 2 Filistînî kuştine ku hewl didan xeta zer derbas bikin û nêzî hêzên artêşê bibin.
Artêşê îdia kir ku “herdu mêr gefeke rasterast çêdikirin. Piştî ku hatin şopandin, hatin tunekirin.”
Hêzên Îsraîlê wekî beşek ji peymana agirbestê bi Hamasê re, ji xeta zer a Xezayê paşde vekişiyan.
Bi vê yekê zêdetir nîvê herêma Xezayê dikeve bin kontrola Îsraîlê ye.
Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamîr ragihand ku xeta zer wekî sînorê nû yê bi Şerîda Xezayê re.



