Amerîkayê roja noelê li Nîjeryayê li DAIŞ’ê xist.
Serokê Amerîka Donald Trump ragihand ku li bakur û rojavayê Nîjeryayê êrişên hewayî li dijî DAIŞ’ê pêk anîne.
Trump derbarê mijarê de daxuyanî da û got: “Min ferman da ku li bakur-rojavayê Nîjeryayê li dijî terorîstên DAIŞ’ê êrişeke xurt û kujer bê kirin. Van terorîstên ku Xiristiyanên bêguneh kuştin, berdêleke giran dan.”
Fermandariya Amerîkayê ya li Afrîkayê jî derbarê mijarê de da zanîn ku êriş li ser daxwaza rayedarên Nîjeryayê yên eyaleta Sokotoyê hatiye kirin û di encamê de hejmarek terorîstên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Wezareta Karên Derve ya Nîjeryayê jî piştrast kir ku Amerîkayê êrişên ezmanî li dijî DAIŞ’ê pêk anîne û piştrast kir ku baregehên terorîstan ên li bakur û rojavayê Nîjeryayê hatin bombebarankirin.



