Li Kalîforniyaya Amerîkayê bahoz û lehî rabû, 3 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyan, bahoz bû sedema valakirin û girtina rêyan li hin deverên Los Angelesê.
Di demekê de ku rayedar hewl didin kesên ku ji ber lehiyê di wesayîtên xwe de asê mane rizgar bikin, heta duh nêzîkî 100 hezar kes li eyaletê bê elektrîk bûn.
Navenda Pêşbîniya Hewayê ya Amerîkayê jî hişyarî da ku gelek lehiyên ji nişka ve pêkan in.
Rayedaran ragihandin ku zilamekî 64 salî doh li San Diegoyê piştî ku di bin dareke ketî de asê ma, û zilamekî din ê 70 salî li herêma Mendocino piştî ku ji aliyê pêlan ve kete okyanûsê mir.
Waliyê Kalîforniyayê Gavin Newsom duh ragihand ku ji ber baran û bahozên dawî yên ku bandor li eyaletê kirine, li wîlayetên Los Angeles, Orange, Riverside, San Bernardino, San Diego û Shasta rewşa awarte hatiye ragihandin.
Walî destnîşan kir ku deverên ku di meha Çile de ji ber şewata daristanê ya li Pacific Palisades zirar dîtine, bi barana zêde, şemitîna axê û herikîna bermayiyan re rû bi rû ne.



