Meclisa Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê di pêkanîna teqîna Mizgefta Himsê de tawanbar kir.
Meclisa Siyasî got ku ev bûyer nîşan dide ku gereke ewlekariya herêmê di çarçoveyeke Sîstemeke Federal de di destê zarokên wê de be.
Meclisa Naverast û Rojavayê Sûriyê “Hikûmeta Veguhêz” tawanbar kir
Meclisê destnîşan kir ku revandin û kuştina ciwanên elewî û herî dawiyê pêkanîna teqînê, nîşan dide ku rêbendên Ewlekariya Giştî hevkariya van sûcan dikin.
Meclisa Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyê got ku ew şanoya Desthilata Şamê û ya Tirkiyê ya şermezarkirina teqînê red dikin û daxwaz ji xelkê Naverast û Rojavayê Sûriyê kir ku di her demê de ji bo bangaweziyekê amade bin.



