Li ser rêya Helebê û Reqayê çeteyên DAIŞ’ê êrişî Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kirin, di encamê 3 endamên hikûmetê birîndar bûn.
Têkildarî mijarê Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî dewriyeke zabiteya gumrikê ya hikûmeta veguhêz kirin.
Çavdêriyê destnîşan kir ku dema dewriye li ser rêya Helebê û Reqayê digeriya, êriş pêk hat.
Di encama êrişê de, 3 endamên zabiteyê birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyên Helebê.



