Di sala 2025’an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gavên mezin di qadên xizmetguzarî, tenduristî, perwerdehî û çandiniyê de avêtin.
Her wiha di birêxistinkirina civakê de jî, bi rêya çalakkirina rola komînan û vekirina firneyan, gav avêtin.
Ev gav ji gel re bû alîkarî ku karibin jiyana xwe dewam bikin û di warê xizmitguzarî xwe pêşbixin.
Di sala 2025’an de projeyên sereke yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, projeyên xizmetguzarî û rêxistinî bûn.
Rêveberiyê di vî warî de gavên mezin avêtin û aramiya xizmetguzarî li herêmê xurt kir.
Rêveberiyê karê komîn û meclisan ji nû ve rêxistin kir.
Li gorî wê, roja şemiyê ji her hefteyê ji bo komînan hat diyarkirin û li herêmê 44 konferansên komînan li hatin lidarxistin.
Di qada tenduristiyê de Desteya Tenduristiyê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar û xebatên nexweşxaneya pêşixstin û gelek beşên nû vekirin.
Di sala xwendinê ya 2025/2026 de 713 hezar û 554 xwendekar di 3 hezar û 647 bi çavdêriya 35 hezar û 513 mamosteyan hatin tomarkirin.
Li kantona Cizîrê Navenda Rengîn ji bo perwerdekirina kesên astengdar ên kor bi rêbaza brayl hat vekirin.
Li zanîngehên Şerq, Kobanê û Rojava 3 komên xwendekaran derçûn.
Rêveberiya Xweser di 2025’an de nêzî 300 hezar ton genim ji cotkaran wergirt û her kîloyek bi 42 sentan ji wan kirî.
Saziya Pembûyan jî nêzî 38 hezar ton pembû ku li rûbera 250 hezar donim hat çandin, wergirt.
Her tonek pembû bi 600 dolar ji cotkaran hat kirîn.
Desteya Enerjiyê ya kantona Tebqayê projeyên berfireh ji bo pêşxistina kehrebeyê li bajarê Meskenê û gundewarê wî dest pê kirin ku kehrebe bigihîje nêzî 235 hezar welatî.
Her wiha Rêveberiya Xweser dest bi belavkirina mazota germkirinê li welatiyên herêmê kir.
Ji bo her deftereke malbatê 300 lître bi 315 hezar lîreyan tê dayîn.
Rêveberiya Xweser ji bo projeyên qîrkirina rêyan 25 milyon dolar veqetand û nêzî 400 hezar metredam qîr hat bikaranîn.
Ji bo pêşxistina ewlehiya xwarinê, 2 firneyên navendî li bajarên Firar û Hecînê yên kantona Dêrazorê hatin amadekirin.
Firneya hevkariya “Nanê Jiyanê” jî li bajarê Reqayê hat vekirin ku hilberîna wê rojane nêzî 8 tonan e.



