Yekîneyên dijî madeyên hişbir ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li bajarê Qamişlo operasyoneke li dijî bazirganên madeyên hişbir pêk anî.
Di operasyonê de, li gel 283 hezar hebên kaptagonê, 4 bazirgan hatin girtin.
Her wekî li Tebqayê jî 19 kesên destê wan di têkbirina aramiya herêmê heye, hatin girtin.
Rêveberiya Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir, debarê operasyonê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:
Hêzên me yên Dijî madeyên hişbir, piştî şopandineke kûr û komkirina agahiyên îstîxbaratî yên pêbawer, operasyona ewlehiyê pêk anî.
Hêzên Ewlekariyê: Li gel 283 hezar heb, 4 bazirgan hatin girtin
Di operasyonê de 4 bazirganên mezin ên hebên kaptagon hatin girtin.
Her wekî 283 hezar heb û 5 kg madeya “Crystal Meth” hatin desteserkirin.
Hêzên Ewlekariyê, her 4 bazirgan û madeyên bi wan re, rêkirin ber destê dadgeha peywendîdar.
Hêzên Ewlekariyê, tekez kir ku wê operasyonên wan dewam bikin û bang li gel kir ku bi hêzên ewlekariyê re bibin alîkar.
Li Tebqa 19 kesên destê wan di têkbirina aramiyê de hene hatin girtin
Li Kantona Tebqayê jî bi operasyonekê 19 kesên ku tevlî çalakiyên têkbirina aramiya herêmê bûne, hatin girtin.
Li gel van kesan gelek alavên leşkerî jî hatin desteserkirin.



