Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê bi boneya sersalê, şahiyek ji malbatên şehîdan û zarokên wan re li hola Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan li dar xist.
Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo dilsozî û wefedariya bi fedakariyên şehîdan re, bi boneya sersalê şahiyek ji malbatên şehîdan û zarokên wan re li hola Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê li dar xist. Di Şahiyê de endamên meclisê, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser, endamên partiyên siyasî, jin amade bûn.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Hisên Qamişlo, bixêrhatina hemû beşdaran kir û diyar kir ku bi hêvî ye Rêber Abdullah Ocalan di sala werê de bi fizîkî azad bibe, sala bê bibe sala aştiyê û serkeftinê.
Dûre sînevîzyonek li ser Rêber Abdullah Ocalan, şehîdan hat pêşandan.
Di dawiya şahiyê de hunermend Newroz Efrin, hunermend Selman Ava Taxî û koma Zîlan stran gotin.



