Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî Şêx Xezal Xezal û Meclisa Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyê bi daxuniyên cûda bang li Ewleyan kirin ku li dijî qirkirinê dakevin qadan.
Şêx Xezal, di berfirehiya daxuyaniyê de sûcên li dijî elewiyan weke qirkirina sîstematîk bi navkir û got:
“Li seranserî Sûriyê gelê Elewî li ser nasnameyê tên kuştin.
Kuştin li ber çavê tevahî cîhanê tê kirin, li gel wê malê wan tê wêrankirin û talankirin.”
Şêx Xezal destnîşan kir ku bûyerên li dijî Elewiyan pêk tên ne tiştekî demkî ye, lê aramnca wê gelên Elewiyan tunekirin û dazanîn ku ew şerekî navxweyî li Sûriyê naxwzin.
Şêx Xezal got, ji bo mafê rewa yê fedarliyê û parastina ji komkujiyan sibe ji seet 12’ê piştî nîvro heta seet 5’an bi awayekî aştiyane dakevin qadan.
Meclisa Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyê banaga xwepêşendana kir
Bi heman bangê, Meclisa Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyê daxuyaniyek da.
Meclisê ji Ewleyan xwest ku bi durişmeyên “Azadî ji bo girtiyan”, “Fedralî maf misoger dike”, “Na ji revandin û guhertina demografî re” bi gerseyî dakevin qadan.
Di dawiyê meclisê hişiyar da Hikûmete Veguhêz a Sûriyê ku çi sûc an êriş li dijî xwepêşandana pêk werin, ewê berpirsbin.


