Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm têkildarî rewşa li Sûriyê diqewmw aixvî.
Senherîb diyar kir ku nebûna beşdarbûnê û yekdestdariya desthilatê bûye sedema binpêkirinên mezin li dijî civakên cuda.
Senherîb Bersûm desnîşan kir ku hikumeta veguhêz di çareserkirina rewşa navxweyî ya Sûriyeyê de têk çûye.
Li gorî Bersûm armancên şoreşa Sûriyê yên bidawîkirina zordariyê û avakirina dewletek nenavendî ,hîn nehatine bidestxistin.
Senherîb Bersûm: Rewşa Sûriyê ne li gorî daxwazên gel in
Hevserokê Partiyê da zanîn ku biryarên girîng, wekî avakirina hikumetê , bêyî lihevkirinek neteweyî hatine girtin û got:
“Sedema nelihvekirina li Sûriyê ew e destwerdanên derve ye, bi taybetî dewleta Tirkiyê.”
Bi gotina wî “projeya rêveberiya xweser di avakirina demokrasî û jiyana hevbeş de, serkeftî ye û bûye sedema aramiyê û têkbirina DAIŞ`ê.”
Di dawiyê de Senherîb diyar kir ku divê siberoja Sûriyê bi îradeya gelê xwe be .



