Desteya Şêwirmendiyê ya şêniyên Reqa û Tebqayê ya ji bo piştgiriya Komîteya Dan û Standinan daxwaza rêveberiyeke hevbeş a piralî kir.
Berdevkê desteyê Mihemed Nûr El Dîb di vê çarçoveyê de axivî.
Nûr El Dîb diyar kir ku şêx û serokên eşîran ên civakên cihêreng ên herêmê rijandina xwînê li Sûriyeyê qebûl nakin û got:
”Em banga hikumeteke piralî û hevbeş dikin ku dawî li desthilatdariya yekkesî û yekpartî bîne.
Em amade ne ku piştgiriyê bidin her hewldaneke ji bo serkeftina peymana 10`ê Adarê.”
Mihemed Nûr El Dîb hêviya xwe ji bo gihaştina çareseriyeke aştiyane ya berfireh anî ziman ku dawî li êşa gelê Sûriyeyê bîne.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Desteya Şêwirmendiyê berî salekê wek “saziyeke siyasî û civakî” hatiye damezirandin.
Ew jî bo nêrîn û daxwazên gelê Reqa û Tebqayê bîne ziman.



