Li Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde rêya bi hezaran gund û navçeyan hatiye girtin.
Yek ji devera ku berf zêde lê bariye jî Elkê ya navçeya Şirnexê ye. Li vê deverê zêdeyî metreyek berf bariye.
Ji duh ve ye li navçeya Elkê ya Şirnexê berf dibare û navçe di bin berfê de winda bû.
Li deverên bilind ên navçeyê zêdetirî metreyek berf bariye.
Ji ber berfa zêde, rêyên gelek gundan hatin girtin.
Germahiya hewayê jî 5 pileyan ket bin sifrê. Ji ber berfa zêde û mijê, gelek wesayît di rê de man.



