Xebatên çand, huner û wêjeyê bi 32 klîp, 2 berhemên amûrjenî, 3 belgefîlm di sala 2025’an de geş bû.
Her wiha 12 berhemên dengbêjiyê, 12 stran, 5 xebatên wêjeyî, 23 mîhrîcan, 5 pêşangehên hunerî, 3 pirtûkxane, 2 bernameyên.
Perwerdeyê û çapkirina sedan pirtûkan li herêmên xweser rengê xwe da sala 2025’an.
Li Bakur û Rojhilatê Suriyê sala 2025`an ji aliyê çand, huner û wêjeyê ve dagirtî derbas bû.
Sazî, navend û tevgerên çand, huner û wêjeyê bi bernameyên cur bi cur renginiyek xist nava salê.
Navenda Lêkolîn û Belgekirinê ya Pargîn di nava salê de bi dengê Dengbêj Qasimê Şero 12 berhemên dengbêjiyê weşandin.
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND), ji 7’ê Çileyê heta 13 Kanûnê 24 stran û klîb çêkirin û weşandin.
25`ê Gulanê ji bo bibîranîna rojnemevan Cîhan Bîlgîn û Rojnamevan Nazim Daştan ku 19’ê Kanûna 2024’an di êrîşa balafirek dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, klîbek hat çêkirin.
Di navbera 24’ê Çile û 17’ê Îlonê de Hunergeha Welat 10 stran, klîb û berhemên amurjehî amade kirin û weşandin.
Ji Sibatê heta Cotmehê Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, Studiyuya Mizgîn û Sîne-Jin Rojava 9 stran û kilîp derxistin.
Ji 20’ê Sibatê heta 1’ê Cotmehê 5 pêşangehên wêne û şêwekariyê hatin vekirin.
Pêşangehek li ser Bendava Tişrînê hat çêkirin û wêneyên 24 şehîdên berxwedanê hatibûn pêşandan.
9`ê Hezîranê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Reqayê mûzexaneya bi navê “Bîranînên Nayên Jibîrkirin” ku cûdên DAIŞ’ê nîşan dide vekir.
Navneda Lêkolîn û Belgekirinê ya Pargîn di vê salê de çêkirina belgefîlmên girêdayî kevneşopî û çanda herêmê dewam kir.
Di encama van xebatan de 3 belgefîlmên bi navên “Îsre û Kiwar”, “Destar” û “Conî” weşandin.
Di Adar, Îlon, Mijdar û Cotmehê de li bajarên Reqayê, Qamişlo, Tirbespiyê û Hesekê 4 pirtûkxane û navendek çandê hatin vekirin.
Di Adar, Nîsan, Gulan, Hezîran, Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de li tevahî bajaran festîval hatin lidarxistin.
Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku berhemên nivîskaran dinirxîne û biryara weşandina wan dide, di nava salê de ji 104 pirtûkan 56 erê kirine.
TEV-ÇAND`ê ji bo zarokan bernameya “Zarhunera Havînê” organîze kir, xebata ku wekî perwerde hate plankirin li 10 navendên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatin meşandin.



