Tevgera hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyê zêde bûye.
Artêşa Îsraîlê rojane derbasî herêmê dibe û bendên kontrolê datîne.
Herî dawî Hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneytrayê rêya di nava bajarokan de birîn û ketin gundên Uma Batna û Ecref.
Îro bi 4 wesayitên leşkerî hêzeke artêşa Îsraîlê rêya di navbara bjarokên quneytira birîn û paşê ji herêmê vekişiyan.
Her wiha hêzeke Îsraîlê kete gundê Um Batna û bombeyên roniyê li ser gundê El Ecref teqandin.
Her wekî 8 erebeyên leşkerî ên Îsraîlê ketin gundê El Ecref û paşê berê xwe da gundê Til Kirûm.



