Li ser rêya Heleb-Efrînê erebeyek qeza çêkir di encamê de 2 ciwan bi giranî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan herdu ciwan ji gundê Gemrûkê yê bajarê Mabeta yê Efrînê Ehmed Mihemed Menan (23) û Zuhêr Seydo Menan (20) e.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku qeza li çatrêya gundê Qeretepe yê bajarokê Efrînê yê dagirkirî çêbûye.
Rêxistinê da zanîn ku ciwan rakirin nexweşxaneyê, dûre ji ber nebaşiya tenduristiya wan biryar hat dayîn ku wan rakin nexweşxaneyên Atmê yê gundewarê Idlibê.
Lê belê heta niha jî ajokarê li wan qelibandiye nehatiye naskirin.



