Meclisa Gelan ya Kantona Cizîrê îro civîna xwe ya salane li bajarê Amûdê li dar xist.
Di civînê de xebatên sala çûyî, pêkanîna zagonan û şopandina pirsgirêkên di nava gel de hatin gotûbêjkirin.
Hevserokê Meclisa Gelan Kenan Berkat bal kişand ser zehmetiyên di salê de û da zanîn ku meclis nûnertiya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhelatê Sûryê dike.
Her wekî giringî da rola komînan ku ew xala bigehîn di Rêveberiya Xweser de ye.



