Rêber Apo ji civîna ciwanan re ku li bajarê Stenbolê lidarxistin re, peyam şand.
Rêber Apo ji ciwanan xwest, ku xwe bi rêxistin bikin û got, “Di vê demê de ku nirxên bingehîn ên mirovahiyê bi êrişên modernîteya kapîtalîst re rû bi rû ne, ez bawer dikim ku ciwan wê bi rola pêşengiyê rabin.”
Meclisa Ciwanên DEM Partiyê û hin rêxistinên din yên ciwanan li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê civîneke bi ser navê “Di civaka sosyalîst de rola ciwanan” li dar xistin.
Rêber Apo ji civînê re peyam şand û ciwanên ku beşdarî civînê bûn silav kir.
Rêber Apo: Pêvajoya avakirina civakî tenê bi pêşengiya ciwanan dibe
Rêber Apo diyar kir pêvajoyên avakirina civakî tenê bi tevlîbûn û pêşengiya ciwanan dibe û got:
“Têkoşînên siyasî û civakî dema ku ciwan barê wê yê îdeolojîk hilnegirin û di pratîkê de bi rêxistin nekin, serketina wê zehmet e.
Lewma civaka ku ciwanên xwe ji dest daye, mafê xwe yê hebûnê ji dest daye.
Li cihê ku civakîbûna sosyalîst û serketina têkoşîna wê nebe, rizandin, jihevbelavbûn û tinebûn çêdibe.”
Rêber Apo: Xwe bi rêxistin bikin, her derê bi rêxistin bikin
Rêber Apo destnîşan kir avabûna civakî, civaka sosyalîst û azadî tenê bi rêxistinbûnê pêkan e û dibêje,
“Her hebûn, eger di dema xwe de xwe bi rêxistin neke, wê tine bibe. Li her derê xwe bi rêxistin bikin, her derê bi rêxistin bikin.
Ev yek ne tenê pêwîstiyeke siyasî ye, di heman demê de ji bo hebûna civakî û azadiyê mecbûriyetek e ku divê pêk were. Garantiya azadiyê û hebûna civakî bi rêxistiniya civakî pêkan e.”
Rêber Apo: Ez bawer im ku ciwan wê bi rola pêşengiyê rabin
Rêber Apo dawiya peyamê de balê dikişîne li ser rola pêşengiya ciwanan û dibêje:
“Çawa ku azadî di nava dînamîzma ciwanan de ye, azadî û civakîbûn jî taybetmendiyeke ji sosyalîzmê ye.
Di vê serdema hilweşîna kapîtalîzmê de gelekî hêja ye, ku ciwan sosyalîzma demokratîk, ji nûve avabûn û rêyên têkoşînê nîqaş dikin.
Di vê demê de ku nirxên bingehîn ên mirovahiyê bi êrişên modernîteya kapîtalîst re rû bi rû ne, ez bawer dikim ku ciwan wê bi rola pêşengiyê rabin.”



