Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê karmend, mamoste û çalakvanên siyasî ji bo daxwazên xwe daketin qadan û li pêşiya walîtiyên gelek bajaran kom bûn.
Dîmenên xwepêşandanan di torên civakî de hatine parvekirin.
Tê dîtin li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê karmend, mamosta û karker daketine kolanan.
Xelk li pêş avahiyên walitiyan kombûne û li dijî rewşa nebaş ya aborî, gendelî, cezayên darvekirinê û ji bo bicihanîna daxwazên xwe, nerazîbûn nîşandan.
Di çalakiyan de dijî hikumeta Îranê dirûşmeyan beriz dikin û karmend daxwaza mûçeyê xwe dikin.
Her wekî welatiyan xwest rejîm dawî li darvekirinan bîne.



