Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyên li Sûriye û Diasporayê Şêx Xezal Xezal bi daxuyaniyekê bang li civaka elewî kir ku ji malên xwe dernekevin.
Wekî sedem jî da zanîn ku Hikumeta Veguhêz dixwaze şerekî navxweyî derxîne û mafê me yê rewa têk bibe.
Şêx Xezal ev wekî fitneyê bi nav kir û wiha axivî: “Dixwazin bi vî rengî tevlîheviyê derxîne.”
Şêx Xezal herî dawî ji civaka gel xwest aram be û li xwe miqate bin.



