Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya sala 2025’an a operasyonên ewlehî û leşkerî yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê weşand.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya sala 2025’an a operasyonên ewlehî û leşkerî yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê aşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama operasyonên QSD û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de bi dehan kesên ku tev li çalakiyên terorî bûne hatin girtin û kuştin, her wiha torên destekdayîna lojîstîk hatin jihevxistin, cih û navendên DAIŞ’ê hatin rûxandin û çek û teqemenî berî ku di nav sivîlan û saziyên fermî de werin teqandin, hatin desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku operasyonan di parastina bi mîlyonan sivîl, parastina aramiyê û pêşîgirtina li vegera DAIŞ’ê de roleke sereke lîst, bi taybetî bi rêya kontrolkirina kamp û girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê.
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî lewazkirina DAIŞ’ê lê hîn jî metirsiya wê heye û hewl didin ji valahiya ewlehiyê feydê bibînin û aramiyê têk bibin.
Di daxuyaniyê de pabendiya domandina têkoşîna li dijî terorê bi rêbazên leşkerî, ewlehî, civakî û fikrî bi hevkariya hevkarên navneteweyî hat dubarekirin.
Li gorî daxuyaniyê, amar wiha ne:
- Operasyonên ewlehî û leşkerî: 163
- Operasyonên lêgerînê yên berfireh: 3
- Operasyonên biserdegirtinê: 128
- Pevçûnên rasterast bi çeteyên DAIŞ’ê re: 32
- Çeteyên DAIŞ’ê yên hatine girtin: 140
- Çeteyên DAIŞ’ê yên hatine kuştin: 13, ji wan 3 serçete ne
- Mayînên ku hatine betalkirin: 79
- Êrişên DAIŞ’ê: 220
Rêjeya operasyonên li dijî DAIŞ’ê li gorî deveran wiha hatin diyarkirin:
- Li deverên gundewaran ji sedî 70
- Li bajar û bajarokab ji swdî 20
- Li rêyên sereke ji sedî 10
Di salê de rêbazên êrişên DAIŞ’ê:
- Şaneyên veşartî yên biçûk
- Mayîn û kemînên biçûk
- Hedefgirtina sivîlan û binesaziyê
- Propaganda û zimanê nefretê
Encamên sereke wiha hatin diyarkirin:
- Hêza operasyonan a DAIŞ’ê hat lewazkirin
- Torên destekdayîna lojîstîk û hevkarên wan hatin jihevxistin
- Têkbirina bi dehan êrişên li dijî sivîlan
- Xurtkirina aramiya herêmê



