Rêxistinên mirovî piştî 4 salan dayîna mazotê ji bo koçberê li Kampa Waşokanî rawestandin, di encamê de 17 hezar û 500 kes bi sermaya dijwar re rû bi rû ne.
Koçberan ji bo peydkirina mazotê banga destwerdana lezgîn kirin.
Bi hatina zivistanê û re ew bi şert û mercên dijwar re derbas dibin.
Rêxistinên mirovî îsal 160 lître sotemenî 4 caran li koçbran belav kir, lê cara 4’emîn a dawî bû, vê yekê malbat li ber sermayê hiştin.
Koçber ji ber nebûna kêmbûna mazotê û pêdiviyên bingehîn ji bo çareserkirina krîza mirovî, bi şert û mercên mirovî yên dijwar re rû bi rû ne.
Hevserokê kampa Waşokanî, Yûsiv Şêxmûs der barê mijarê de axivî û got:
Rewşa li kampê di warê hevkariya rêxistinên mirovî de pir dijwar e.
Zarok, kal û pîr nikarin sermaya zivistanê di nava van konan de tehemûl bikin û qutkirina mazotê germkirinê dê tenê rewşa wan a jixwe nebaş e xirabtir bike.
Şêxmûs destnîşan kir ku ew wekî rêveberiya kampê, çi ji destê wan tê ji bo koçberan dikin û wiha anî ziman:
Ji bo alîkariya koçberan pêdivî bi destwerdana lezgîn heye, ji ber ku mazot pêdiviyek bingehîn e di demsala zivistanê de.
Daxwaza sereke ya koçberan vegera ewle ye li gorî şertên peymana 10’ê Adarê ye.



