Li gel xwepêşandanên xelkê Îranê li dijî hikûmetê, li cîhanê jî piştgirî ji bo xwepêşandanan hatin.
Bi taybetî siyaseta hikumetê hate şermezarkirin, daxwaz hat kirin ku hikumet rêzê ji mafê bingehîn ên gelê Îranê bigre.
Li ser asta navneteweyî, Serokê Amerîkayê Donald Trump, di destpêka hevdîtina xwe ya bi Benjamin Netanyahu re, behsa gera nû ya xwepêşandanên li Tehran û hin bajarên din ên Îranê kir û got:
“Gelek pirsgirêkên wan hene. Enflasyona wan bilind e.
Aboriya wan hildiweşe. Rewşa aborî ne baş e. Ez dizanim ku mirov pir kêfxweş nînin.
Lê ji bîr nekin, her gava ku xwepêşandanek çêdibe an komek, piçûk an mezin, tên bahev, ew dest bi gulebaranê li mirovan dikin.”
Senatorê komarî yê Amerîkî piştgirî da xwepêşandanan
Senatorê Komarî yê Amerîkî Roger Wicker jî bersiv da van xwepêşandanan û got:
“Îranî îro ji bo bersivdayîna wêrankirina aborî ya Îranê ku îro piranî sermaya welêt bi destê rejîmê diçe welatên derve, daketin kolanan.
Ez piştgiriyê didim têkoşîna gelê Îranê ji bo bidestxistina rêveberiyeke aqilmend.
Divê Îranî ji zordariya ku civaka wan a geşbûyî wêran kiriye azad bibin.”
Catherine Schakdem: Gelê Îranê hun ne bi tenê ne, dengê we li her derî tê bihîstin
Zanyara cihû yê Brîtanî-Fransî Katrîn Şekdem, piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanên gelê Îranê ragihand.
Katrîn Şekdem got:
“Hûn ne bi tenê ne. Bi mîlyonan mirov li çaraliyê cîhanê bi heyranî û dilovanî temaşe dikin, hûn li dijî rejîmek ku bi dehsalan hewl daye ku bi tirs û tepeserkirinê îradeya mirovan bişkîne, radiwestin. Lê dîsa jî, hûn li ber xwe didin.”
Naftali Bennett: Gelê Îranê xwedî dîrokek bi heybete
Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Naftali Bennett di peyameke vîdyoyî de ji gelê Îranê re got:
“Rabin ser piyan. Gelê Îranê xwedî dîrokek bi heybet e û dikare xwedî paşerojeke hîn bi heybettir be.
Ew pêşeroj jî bi berxwedana we ve girêdayî ye.”
DYA: Divê rejîma Îranê rêzê li mafên bingehîn ên gelê Îranê bigire
Her wiha wezareta Derve ya Amerîkayê, raghand ku, dema nirxa diravê Îranê li hember dolarê Amerîkî daket asta herî nizm, bi sedan kes li Bazara Mezin a Tehranê kom bûn da ku li dijî rewşa aborî ya xirab nerazîbûn nîşan bidin.
Wezaretê da zanîn, tevî tundiyê û astengiyên hêzên ewlehiyê, Îraniyan dengê xwe bilind kirin û nerazîbûn nîşanî rewşa heyî dan.
Wezareta Derve ya Amerîkayê teqez kir ku rejîma Îranê divê rêzê li mafên bingehîn ên gelê Îranê bigire û bersiva daxwazên wan ên rewa bide, ne ku wan bêdeng bike.



