Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî zextên rejimê, gendelî û rewşa xirab ya aborîyê dewam dikin.
Xwepêşandan li gelek bajaran belav bûne û berfireh dibin. Hêzên rejimê jî heta vê gavê gelek kes girtine.
Li Îranê ji roja yekşemê ve xwepêşandan hene.
Hate diyarkirin piştî ku pereyên Îranê li pêşberî dolarê Amerîkî nirxê xwe winda kir, di serî de li Tehranê û li gelek bajaran xwepêşandan hatin kirin û hê jî dewam dikin.
Ji 28’ê Kanûnê ve li Tehran, Hemedan, Keşm, Malard, Esfehan, Kirmanşan, Şîraz û Yezd li dijî gendelî, darvekirin û rewşa xirab ya aboriyê xwepêşandan tên kirin.
Hat ragihandin hêzên ewlekariyê yên Îranê jî, ji bo xwepêşandêran belav bike êrişan dike û pêleke binçavkirin û girtina welatiyan daye destpêkirin.
Rêxistina Tora Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand 18 welatiyên Kurd û Îranî bêyî fermana dadwer hatin binçavkirin.



