Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li kantona Tebqayê daxuyaniyek da û bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zextê li dewleta Tirk bikin.
Hat gotin dewamiya girtina Rêber Apo sûcekî navneteweyî ye û sûcekî li dijî tevahiya mirovahiyê ye.”
Hat zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan projeya xwe ya siyasî û ramyarî bi nêrîneke stratejîk a ronakbîr dest pê kir û çareserî ji bo gelek pirsgirêkên herêmê û cîhanê pêşkêş kir.
Însiyatîfê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan hucreya xwe ya zindanê veguherand çavkaniyek zanîn, raman, fêrbûnê û cihek ji bo derbirîna azad.
Însiyatîfê bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan kir ku doza Rêber Apo li ser qada navneteweyî bikin mijareke mirovî û zextê li dewleta Tirk bikin ku azadiya wî ya fîzîkî pêk bîn e.



