Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo nirxandina xebatên xwe yên sala 2025’an civîneke çapemeniyê li dar xist.
Gorî hêzên ewlekariyê di salekî de, 40 operasyonên hevbeş bi Koalîsyona Navneteweyî re hatin lidarxistin. Bi giştî hezar û 722 kes hatin girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamnameya xebatên xwe yên sala 2025’an, eşkere kir.
Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku di nava salakê de, hêzên wan li ser bingeha xebata ewlehiyê, operasyonên ewlehiyê yê serkeftî pêk anîn.
Hate diyarkirin ku di vê salê de, di riya erkê ewlehiyê de 44 endamên wan şehîd bûn, 91 jî birîndar bûn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn dawiyê pabendiya xwe ya bêdawî ji bo xebatê xwe yê ku ewlehî û aramiya welatiyan misoger dike, tekez kir.
Gorî hêzên ewlekariyê di salekî de, 40 operasyonên hevbeş bi Koalîsyona Navneteweyî re hatin lidarxistin.
Her wekî 43 şane, di nav de 23 şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin Eşkerekirin û girtin, bi giştî hezar û 722 kes hatin girtin.
Hêzên Ewlekariyê ragihand ku Hêzên Taybet jî di pêkanîna operasyonên pispor û êrîşên rast de roleke girîng lîstin, 146 Serdegirtin pêk anîn û di wan de 320 kes hatin girtin
Hêzê got Meseleya madeyên hişber yek ji pirsgirêkên herî cidî ye ku civakê, bi taybetî ciwanan hedef digire û wan wekî pêşîniya herî bilind dane wê ku:
355 dozên bazirganiya madeyên hişber, 486 dozên pêşvebirina madeyên hişber, 2 hezar û 113 dozên karanîna madeyên hişber pêk hatin.Di van dozan de 4 hezar û 334 bazirgan, belavkar û bikarhêner hatin girtin.
Li kêleka wê, 90 êrişên terorê ji hêla DAIŞê ve, 150 êrîşên bi dron, 1423 êrîşên bi roket û 6 êrîşên li ser tankerên petrolê hatin tomarkirin



