Fermandarê Giştî yê QSDˊê serdana nuqteyên leşkerî yên şervanên QSDˊê kir, spasiya şervanan li ser fedakarî û rola wan a parastina herêmê kir û sala nû li wan pîroz kir.
Bi boneya sala nû ya 2026ˊan Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî serdana nuqteyên leşkerî kir.
Mazlûm Ebdî sala nû li şervanan pîroz kir, spasiya şervanan li ser rol û fedakariyên wan ên parastina deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Navenda Ragihandina QSDˊê wêneyek Mazlûm Ebdî ku di nava şervanan de li nuqteyeke leşkerî rûniştiye parve kir.



