Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê jî bi boneya hatina sala nû daxuyaniyek da.
MSD’ê hêvî kir ku di sala nû de hemû gelê Sûriyê bighêjin daxwaz û hêviyên xwe.
MSDˊêdestnîşankir ku Sûriyê li beramber firseteke dîrokî ya jinûve damezrandina rêya neteweyî ye, ku rûpelên zordarî, tundî û terorê bitewîne.
Her wekî got pêwistiya merheleyê bi berpirsiyariyeke komî û vîzyoneke siyasî ya têrker heye.
MSDˊê diyar kir, bêyî vegereke birûmet û ewle ya koçber û penaberan li war û herêmên xwe hêviyên Sûriyeyiyan pêk nayên.
Her wekî destnîşan kir ku, divê li Sûriyê rêgeza hemwelatîbûna wekhev bi cih werin, tevahî şêweyên nijadperestiyê werin redkirin, mafên ferdî û komî werin parastin.
MSDˊê di dawiyê de banga lidarxistina kongreyeke diyalogê ya neteweyî ya giştî kir ku tevahî hêz û pêkhateyên Sûriyeyê amade bibin, ji bo ku destûreke demokratîk û adilane saz bikin.



