Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan ragihand ku di sala 2025’an de 128 rojnamevan li seranserê cîhanê hatine kuştin û 533 rojnamevan jî girtî ne.
Federasyonê diyar kir ku ev hejmar li gorî ya par zêde ye.
Sekreterê Giştî yê IFJ’ê Anthony Bellanger ji AFP’ê re got, ev hejmar “hişyariyek sor a gerdûnî” ye û ev tişt nîşan dide ku hawirdora xebata rojnamegeriyê xetere.
Anthony da zanîn ku li Filistînê di salekê tenê de 56 rojnamevan hatine kuştin.
Her wiha bêcezatiya berdewam û nebûna edaletê dubarebûna sûcên li dijî rojnamevanan teşwîq dike.
Federasyonê destnîşan kir ku li seranserî cîhanê 533 rojnamvan girtî ne, ji çaryeka wan zêdetir li Çîn û Hong Kongê ne.



