Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku di şeva sersalê de li Iraqê 300 kes birîndar bûn,
Hin bi sedema qezayên trafîkî û hin bi gulebaran birîndar bûne.
Hate zanîn ku 300 kes rakirine nexweşxaneyan.
200 kes li Resafa ya Bexdayê, 67 li Kerexê û yên mayî jî li parêzgehên din ên Iraqê bûn.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê Seyf Bedir ragihand ku ev hejmar tenê yên serdana nexweşxaneyê kirine, tê payîn hejmara birîndaran zêdetir bibin.
Li gorî agahiyan, 43 kes encama gulebarandinê de birîndar bûne, 140 kes jî di encama qezayên trafîkê û 86 kes jî bi şêwazên cuda birîndar bûn e.



