Li herêmên di bin kontirola hikumeta veguhêz de alozî didome.
Li bajarê Humsê ciwanek ji aliyê çekdaran ve hat kuştin, endazyarek jî kuştî hat dîtin.
Li gorî agahiyan duh li taxa Sebîl ya Humsê endazyar Usma Xidor hat kuştin.
Hat zanîn ku endazyar roja Sêşema borî ji aliyê komên çekdar yên girêdayî hikûmeta veguhêz ve hatibû girtin.
Wan çekdaran soz dabû malbatê wî ku ew ê vegere, lê wî kuştî dîtin.
Li heman bajarî jî ciwanê bi navê Wail Foanî ji aliyê çekdan ve hat kuştin.
Hat gotin, Wail dema deriyê dikana xwe ya li Dahiyet El Welîd a Humsê digirt, çekdaran gule berdanê.
Ji ber birîna wî ya giran di cih de jiyana xwe ji dest da .
Şêniyan ev sûc şermezar kir û diyar kir ku hikumeta veguhêz di parastina pêkhateyên Sûriyê de bi bin ket.



