Thursday 2026/06/04
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Rêber Apo ji bo Huseyîn Aykol peyama sersaxiyê weşand

January 2, 2026
in KURDISTAN
A A
Mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da
Share on FacebookShare on Twitter

Rêber Apo peyamek ji merasîma cenaze ya rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol re şand.
Rêber Apo dibêje, “Ji bo min dost û hevrêyekî gelekî hêja bû. Kesayetekî gelekî durust û kedkar bû. Emê bîranîna wî di têkoşîna xwe bi rêzdarî bidin jiyîn.”

Rêber Apo ji merasîma cenaze ya rojnamevan û nivîskar Huseyîn Aykol re ku duh jiyana xwe ji dest da, peyam şand.

Peyam ji aliyê endamê Heyeta Îmraliyê Faîk Ozgur Erol ve hate xwendin.

Rêber Apo di peyamê de ji ber wefata Huseyîn Aykol xemgîniya xwe anî ziman û wiha got,

Rêber Apo: Ji ber wefata mamoste Huseyîn em gelek xemgîn in

“Em ji ber wefata mamoste Huseyîn di nav xemgîniyek mezin de ne.

Di serî de ji malbatê re, ji Çapemeniya Azad re, hevrêyê wî re, hezkirî û hogiran re sersaxiyê dixwazim.”

Rêber Apo diyar kir daxwaza Huseyîn Aykol ya dawî ew bû ku li gel wî hevpeyvînekê çê bike û dibêje,

Rêber Apo: Bi têkoşîn, gotin û pênûsa xwe bû şoreşgerekî mînak

” Ew daxwaza wî ji bo min hêja û watedar e. Bi mamoste Huseyîn re me di serê salên 90’î de derfeta hevdîtin û hevpeyvînê dîtibû. Eger ev mirina bêwext nebûya min dixwest wî bibînim û pê re sohbet bikim.

Ew kesayetekî enternasyonal bû ku jiyana xwe pêşkêşî şoreş û têkoşînê kiribû û ji bo min dost û hevrêyekî gelek hêja bû. Kesayetekî ji dil û kedkar bû.

Ev rewşenbîr û rojnamevanek bû ku bûbû dengê heqîqetê. Şoreşgerek bû ku şûna wî nayê tijekirin. Me pêşengekî enternasyonalîst ji dest da.

Di jiyana xwe ya têkoşînê de bi pênûs û helwesta xwe her tim bû pêşengek, rê nîşan da û şoreşgerekî mînak e.

Li cem min ew jî weke Gurbetellî Ersoz û Sirri Sureyya Onder hevalekî têkoşînê yê bêhempa bû.”

Rêber Apo: Huseyîn Aykol li dijî tariyê bû dengê heqîqetê

Rêber Apo diyar kir jiyana Huseyîn Aykol nîşaneya şênber a lêgerîna heqîqetê û berpirsiyariya civakî ye û wiha dibêje,

“Li dijî tarîtiyê dengê heqîqetê bû û wî li ser rêya Çapameniya Azad qet serî netewand.

Wî jiyana xwe fedayî azadiya gelan kir. Di têkoşîna wekheviyê de kêliyek jî dilgiranî nekir û bi baweriyek xurt heta nefesa xwe ya dawiyê ev al ji destê xwe nedanî û tişta pêwîst bi layiqî bi cih anî.

Rêber Apo: Têkoşîn û keda wî wê li ser vê xakê heta dawiyê bijî

Rêber Apo di dawiyê de diyar kir wê têkoşîna û keda Huseyîn Aykol di wîjdana vê axê de heta dawiyê bijî û dibêje,

“Em ê bibin şopdarên îdealên wî ku li paş xwe hişt, raman, têkoşîn û keda wî ya mezin.

Em ê bîranîna wî di têkoşîna xwe de her zindî bihêlin û bi rêzdarî bidin jiyîn.”

Previous Post

Mistefa Karasû derbarê pêvajoya aştî û Civaka Demokratîk de axivî

Next Post

“Peyama Rêber Apo rêgeha Sûriyeya siberojê xêz dike”

Weşana girêdayî

HPG: Hevrêyê me heqî kerar di êrişa Îranê de şehîd bû
KURDISTAN

HPG: Hevrêyê me heqî kerar di êrişa Îranê de şehîd bû

Ji bo mafê hêviyê name ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin
KURDISTAN

Ji bo mafê hêviyê name ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû behsa rojev û pêvajoyê kir
KURDISTAN

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû behsa rojev û pêvajoyê kir

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye