Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû derbarê pêvajoyê de axivî û diyar kir zêdetirî saleke derketina ji rewşa şer hişt ku civak û hêzên demokratîk bêhna xwe vedin.
Karasû anî ziman heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin li Tirkiyê wê zemîneke ku dibe sedema darbeyê her tim hebe.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji ANF’ê re axivî.
“Pêvajoyê di gelê Kurd û hêzên Demokrasiyê de kelecan çêkir”
Karasû diyar kir Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi însiyatîfa Rêber Apo ber bi pêş ve diçe, di hêzên gelê Kurd û demokrasiyê de kelecan çêkir û got,
“Em bawer dikin ku ev pêvajo wê sala 2026’an hîn kûrtir bibe, çareseriya pirsgirêka Kurd pêk were û Tirkiye demokratîk bibe.”
Karasû anî ziman Rêber Apo di nava 52 salên têkoşîna xwe de herdem li çareseriya demokratîk digere; li ser vî bingehî armanc dike ku têkoşîna çekdarî bi dawî bike.
“Derketina ji rewşa şer hişt ku civak û hêzên Demokratîk bêhna xwe vedin”
Karasû da zanîn zêdetirî saleke derketina ji rewşa şer hişt ku civak û hêzên demokratîk bêhna xwe vedin û got,
“Ji ber ku hêzên demokratîk di rewşa şer de, di bin zextê de dihatin hiştin. Desthilat her hêza siyasî ya ku hedef digirt, wê bi PKK’ê ve girê dida û bi ser de diçû.
Xwe dispart hawîrdora pevçûnê, zext û zordariya xwe rewa dikir.”
“Rawestandina şer di warê aborî û civakî de rihetiyek çêkir”
Karasû diyar kir tevî van pêşketinên neyînî jî, rewşa siyasî heta astekê nerm bûye û zextên bi hinceta terorê dihatin kirin kêm bûne û dibêje,
“Ji bo têkoşîna demokrasiyê zemînek ava bûye. Her çiqasî hin derdor hestên dijminatiya li dijî Kurdan geş dikin jî, ji ber ku AKP-MHP parçeyek vê pêvajoyê ne, di nêrîna civakê ya li ser pirsgirêka Kurd û Kurdan de nermbûn çêbûye.
Her çiqasî hewl didin bi gotina “Tirkiyeya bê teror” rastiyê veşêrin jî, civak dibîne ku pirsgirêkek Kurd heye û daxwazên Kurdan hene.
Rawestandina şer ne tenê di warê aborî de, di warê civakî de jî rehetiyek çêkiriye.”
Mistefa Karasû: Erka sereke têkoşîn û rêxistinkirin e
Karasû anî ziman siyaset bi fikaran nayê kirin û her armanca siyasî bi têkoşînê dikare were bidestxistin û dibêje,
“Ji xwe têkoşîn faktoreke ku fikaran ji holê radike. Yên ku xwedî li pêvajoyê dernakevin û têkoşînê nakin fîkarên wan vala û bêwate ne.
Erka bingehîn têkoşîn û rêxistinkirin e. Her cure fikar bi vî rengî dikarin werin çareserkirin.”
“Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, wê zemîna darbeyê her tim hebe”
Mistefa Karasû diyar kir heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin hin derdor wê timî xwe weke dijminê Kurd nîşan bidin û hewl bidin zemîna darbeyê biafirînin û ev nirxandin kir,
“Ji bo darbeyê her tim hincet hene. Niha jî hinek aciz dibin ku pirsgirêka Kurd ketiye rojevê.
Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin li Tirkiyê wê zemîneke ku dibe sedema darbeyê her tim hebe.
Têkoşîna rast a li hemberî van derdoran civakîkirina pêvajoyê ye.
Ji ber vê yekê helwest û gotinên desthilatdariyê divê di asta civakîkirina pêvajoyê de be.”



