Xwepeşandanên li Îranê dewam dikin.
Hêzên Îranî bi tundî bersiv dide xwepêşandanan.
Li gor agahiyên dawî yek jê zarok 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Îranê protestoyên ku ji aliyê esnafên Sûka Tehranê ve yên li hemberî kêmbûna nirxê riyalê ya li hemberî dowîzê û zêdebûna buhayê tiştan hate destpêkirin, li seranserê welêt belav bûn.
Protestoyan li bazara telefonên bêrîka dest pê kir, piştre belav bû bajarên weke Karac, Şîraz, Îsfehan, Meşhed, Kirman û Keşmê û di rojên dawîn de li zanîngehan jî protesto tên lidarxistin.
Piştî ku li zanîngehan jî protesto hatin lidarxistin Serkkomarê Îranê Mesut Pezeşkiyan duh daxuyaniyek da.
Bîlançoya dawî: Di xwepêşandanan de 8 kesan jiyana xwe ji dest da
Pezeşkiyan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku zanîngeh û saziyên dewletê bi hinceta ”teserûfa enerjiyê” demkî hatine girtin.
Hate ragihandin ku li Îranê di protestoyên ku ji ber krîza aborî ya kûr dibe dest pê kirin û ev heft roj in dewam dikin de 1 jê zarok 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gelek herêmên Îranê girtin û binçavkirin zêde dibin
Piştî pevçûnên ewlehiyê bi xwepêşanderan re li Mallard û parêzgeha Alborz , rayedaran girtina bi tevahî 44 kesan ragihandin.
Ajansa nûçeyan a Tasnim ragihand, 30 kes bi tohmeta têkdana aramiya hatine girtin.
Mûdîriyeta polîsê Alborzê, girtina 14 kesên din ragihand.
Li gorî rayedarê parêzgehê, kesên hatine girtin di atolyeyekê de teqemenî û molotof çêdikirin.
Girtiyên siyasî yên Belûç pişgirî dan xwepêşanderên li Îranê
Komek ji girtiyên siyasî yên Belûç ji hundirê girtîgehê peyamek weşandin.
Girtiyan piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanên seranserî welêt nîşan dan û banga hevgirtina neteweyî di navbera welatiyan de kirin.
Wan teqez kirin ku tevî girtina xwe jî, ew xwe bi gelê xwepêşander re dibînin û xwepêşandanan wekî derfetek ji bo rûbirûbûna zext, cudakarî û gendeliya avahîsaziyê bi nav kirin.
Weqfa Nergîs Mihemedî piştgirî da xwepêşandanan
Sendîkayên karker û Komeleya Mamosteyan jî piştgirî dan xwepêşandanan û tevlî xwepêşandanên giştî bûn.
Weqfa Nergîs Mihemedî ya xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê, di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ligel gelê xwepêşander e.
Weqfê teqez kir ku daxwazên gel divê bi girtin, tundî û çavtirsandinê neyên pêşwazîkirin.
Komeleya jin, jiyan, azadî banga xwepêşandanan kir
Komeleya Almanî ya bi navê “Jin, Jiyan, Azadî” bang li Îraniyan kir ku ji bo hevgirtinê li gel Îraniyan xwepêşandanan bikin.
Rêxistinên demokratîk û azadîxwaz ên Îranî li derveyî welêt, ragihandin ku wê li bajarên cûrbecûr ên cîhanê, bi taybetî li Ewropa, Amerîka û Almanyayê, xwepêşandan û mîtîngên girseyî lidarxistin.
Li gorî daxuyaniyek ji aliyê komeleya Jin ji bo Azadiyê li Frankfurtê xwepêşandanek mezin were lidarxistin.
Komeleyê di daxuyaniyekê de ragihand ku hûrguliyên rastîn ên cihê li her bajarî dê ji hêla komên organîzeker ve li gorî şert û mercên herêmî werin destnîşankirin.
Trump: Em amade ne ku pişgiriya gelê Îranê bikin
Li aliyek din Serokê Amerîka li ser hesabê xwe yê dijîtal ragihand ku eger Îran xwepêşanderên aştiyane bi tundî bibe wê Amerîka alîkariya gelê Îranê bike.
Her wiha Trump teqez kir ku hêzên Amerîka amade ye ku herin pişgiriya gelê Îranê bikin.
Îranê bi hişyariyê bersiv da Trump
Serokê meqama ewlekariyê ya herî bilind a Îranê Alî Larîjanî got:
“Divê Trump zanibe ku destwerdana Amerîkayê ya li vê meseleya navxweyî wê bê wateya tevlîhevkirina tevahiya herêmê û zirardayina li berjewendiyên Amerîkayê.”
Larîjanî li ser X’ê got: “Bila haya xwe ji leşkerên xwe hebe.”



