Piştî xwepêşandanên aştiyane yên vê dawiyê li herêmên perava Sûriyê, bi dehan sivîl ji aliyê çekdarên hikûmeta veguhêz hatin kuştin û birîndarkirin.
Li ser vê yekê, Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewî li Sûriye û derveyî welat operasyonên girtinê yên barbar û keyfî şermezar kir û daxwaza mudaxeleya navneteweyî ya lezgîn kir.
Daxuyanî ji aliyê Nivîsgeha Kordînasyon û Têkiliyên Giştî ve hatiye weşandin.
Meclisê, girtina kesayetên olî, kesayetên siyasî û civakî, ciwan û zarokan, di nav de Şêx Elî Helil, Ehmed Hebîb û çalakvan Aksem Dîb wekî rêbazekî tepeserkirina sîstematîk bi nav kir.
Meclisê, hikûmeta veguhêz berpirsiyarê binpêkirinan dît û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lezgînî mudaxele bikin da ku girtiyan serbest berdin û polîtîkayên tepeserkirinê rawestînin.
Her wekî tekezî li ser serxwebûna xwe kir.



