Doh QSDê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên TOL’ê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê li Meşleb ê bajarê Reqayê li dar xist.
Di encama oparasyonê de, çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin.
QSD’ê ragihand ku cihê çete Xelef Hisên Îbrahîm El Îd, hat dorpêçekirin û girtin.
Li kêlek wê jî hejmarek çek, mîqdarek hişbir, alavên peywendiyê û belgeyên takakesî hatin dîtin û desterserkirin.”
QSD’ê diyar kir ku hêzên wan, di çarçoveya hewlên xwe yên têkbirina şaneyên terorîst, xurtkirina ewlehî û aramiyê li herêmên me de, operasyon pêk anîn.
Her wekî tekez kir ku ew ê operasyonên serdegirtina şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ji bo ewlehî û aramiya herêmê dewam bikin.



