Rojnamevan û mamosteyê çapemeniya azad Huseyîn Aykol ku duh jiyana xwe ji dest da îro li bajarê Enqerê yê Tirkiyê bi merasimekê hate oxirkirin.
Gelek rojnamevan, siyasetmedar û nûnerên saziyan beşdarî merasimê bûn.
Komeleya Rojnamevanan ya Dicle û Firatê Huseyîn Aykol weke Şêhîdê Çapemeniya Azad ragihand.
Mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ku duh jiyana xwe ji dest da, îro li bajarê Enqere yê Tirkiyê hate oxirkirin.
Beriya oxirkirinê, li Eywana Yilmaz Guney ya Şaredariya navçeya Çankayayê merasima bîranînê hate llidarxistin.
Hempîşe û hevalên Huseyîn Aykol darbesta wî hildan ser milan û birin eywana bîranînê.
Tevî malbata wî, hejmareke zêde rojnamevan, nivîskar, parlementer, siyasetmedar û welatî beşdarî merasimê bûn.
Her wiha hejmara îro ya rojnameya Yenî Yaşamê ku Huseyîn Aykol lê dixebitî li ser darbesta wî hate danîn.
Di manşeta rojnameyê de jî hate gotin: “Me pêşengê şoreşger ê çapemeniyê ji dest da.”
“Em ê deynê xwe yê ji bo Huseyîn Aykol bi avakirina welatekî azad bidin”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li merasîmê derbarê jiyan û têkoşîna Huseyîn Aykol de axivî û diyar kir wî salên dirêj e ew nas dikir û got,
“Min di jiyana xwe de, yekî weke wî nedît ku ewqasî dilnizm, dilsozê karê xwe û bi dîsîplîn bû. Em ji wî hînî gelek tiştan bûn. Em deyndar ê wî ne.
Em ê deynê xwe jî bi afirandina welatekî azad û demokratîk bidin. Em ê wî welatî diyarî te, Apê Mûsa, Gûrbetellî Ersoz, Nagîhan û Naziman bikin.”
Yek ji hevalên Aykol, Aytûnç Altay jî bal kişande li ser têkoşîna wî û êşkenceyên ku li girtîgehê lê hatine kirin.
Altay diyar kir wî tiştekî ku rûmeta wî bişkîne qebûl nekir û got, “Hevrê Huseyîn gelek hevrêyên ciwan yên ku têkoşînê bimeşînin li pey xwe hişt.”
Li ser wesiyeta Aykol axa Kobanê li ser gora wî hate reşandin
Piştî axaftinan, cenazeyê Huseyîn Aykol birin mizgefta li Goristana Karşiyakayê, li wir jî piştî merasîma li goristanê cenazeyê Aykol hate veşartin.
Li ser wesiyeta wî axa Kobanê ku bû sembola berxwedana li dijî DAIŞ’ê li ser gora wî hate reşandin.
DFG: Huseyîn Aykol şehîdê çapemeniya Azad eLi ser gora wî Hevserokê Komeleya Rojnamevanan ya Dicle û Firatê Selman Çîçek axivî û diyar kir ew Huseyîn Aykol weke Şêhîdê Çapemeniya Azad radighînin.



