Di vê serm û seqema zivistanê de li kampa Şarya ya li Dihokê ku koçberê Şengalê têdene şewat di nava kampê de derket. Di encama şewatê de 3 konên koçberan bi temamî şewitîne û ziyanên madî çêbûn .
“Li gorî rêveberiya kampê şewat ji ber temasa ceyranê çêbûye.”
Bi salane koçberên Şengalê yên di kampên Başûrê Kurdistanê de di rewşek xirab de jiyan dikin.
Tê gotin di kampê de nêzî 4 hezar malbat jiyan dikin.



