Li bajarê Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî, li dijî gendelî, kêmbûna xizmetguzarî û qutbûna elektrîkê xwepêşandan û hêrsa gel dest pê kiriye.
Îro bi dehan şêniyên bajarê Girê Spî û Serê Kaniyê daketin kolanan û xwepêşandan li ser xistin.
Welatiyan daxwaza başkirina xizmetguzariyê kir
Welatiyan daxwaza baştirkirina xizmetguzariyê wekî elektrîk, gaz û tenduristiyê kirin.
Her wekî “meclîsa xwecihî” ya girêdayî Tirkiyê berpirsiyarê gendeliya li herêmê, qutbûna berdewam a elektrîkê û kêmbûna xizmetguzariyan dîtin.


