Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê, ji ber dorpêçê, zarok ji perwerdeyê bêpar dimînin û ev êrîş dijî nifşê pêşerojê gefek mezin e.
Berpirsa Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Sewsen Mihemed, û Mamoste Hêvîn Horo diyar kirin ku ji ber xwendekar nikarin dersên xwe bixebitin, nikarin werin dibistanê û ji ber sermayê nikarin bi pênûsê jî bigin pir xemgîn in.
Vê serm û seqem de çavê her kesî li germkirinê ye.
Lê xelkê herdu taxên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bê mazot in.
Dorpêça hikûmeta veguhêz li ser her du taxan û nederbasbûna mazotê bandorê li perwerdeya zarokan dike.
Sewsen Mihemed: Ji ber nebûna mazot dibistan hatin girtin
Berpirsa Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Sewsen Mihemed derbarê mijarê de axivî.
Sewsen da zanîn ku ji ber ku hikûmeta Veguhêz nahêle mazot derbas bibe dibistan hatin girtin.
Û ev rewş bûye sedem ku rêjeya xwendekaran ji sedî 60 bikeve.
Sewsen, destnîşan kir ku rawestandina hemû binpêkirinên li dijî gelê Sûriyê pêdiviyek bingehîn e û got:
Hêvîn Horo: Zarok ji ber girtina dibistanan xemgîn in
Mamoste Hêvîn Horo jî diyar kir ku ji ber sermayê xwendekar nikarin bi pênûsan bigirin û ji ber girtina dibistanan ew pir xemgînin.
Hevîn Horo da zanîn armanca dorpêçê astengkirina perwerdeya nifşên nû ye û wiha dewam kir:
“Îro hebûna pirtûk û germahî di dibistanan de ji bo xwendekarên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd bûye xeyalek.
Em dixwazin di sala nû de rêya her du taxan were vekirin û ewlehî û aştî bê mîsogerkirin.
Her wiha yekîtiya gelê Sûriyê bê avakirin û pevçûn bi dawî bibin”.



