Çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê dorpêçkirina neheq û tund li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd ên Helebê didomîne.
Çekdaran li wir derbaskirina derman û mazot wekî çavkaniya girîng a ji bo çend sekteoran ne, bi taybet nexweşxane, nanpêjxane, veguhestin û germkirinê di nava rewşa karîset a morovî de qedexe dike.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku binpêkirin ne tenê li ser qedexekirina sotemeniyê ye, lê belê li ser qedexekirina ard ji bo nanpêjxaneyan û gaz jî ji bo çêkirina xwarinê, ji bilî qutkirina elektirîkê li ser van taxan pêk tîne.
bi vê yekê re hewildanan dikin da ku bi temamî dorpêçê li ser niştecihan bike.
Ev tedbîrên tepeserkirinê di demekê de tên ku pêlek sermaya dijwar li herêmê dixe, û zarok û temen mezinan rasterast bi xetera mirina ji sermayê re rû bi rû dihêle.
Navendê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku rêyeke mirovî ya bi lez veke û dawî li van binpêkirinan bîne.



