Bi daxuyaniyeke Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê derbarê rewşa 2 girtiyên siyasî yên Kurd ku di Girtîgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê de ne agahî parvekir.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku her dû girtiyên siyasî Behram Mecdîferd û Şahîn Wesaf di nava zindanê de rewşa wan pir xirabe.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku divê ew ji Zindana Ûrmiyê ji bo nexweşxaneyek li derveyî girtîgehê werin veguhestin û got:
“Ev herdû girtî ji ber sedemên nediyar xizmetên tenduristî ji wan re nayên dayîn.
Wesaf nêzîkî du hefte berê rakirin nexweşxaneya Ûrmiyeyê û jê re gotin ku divê emeliyata movikan ji wî re were kirin.
Her wiha Behram Mecdîferd ji ber nexweşiyên cûr bercûr rewşa wî nebaşe.”
Herî dawî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku rayedarên girtîgehê rê li ber rakirina wan ji bo nexweşxaneyên li derveyî girtîgehê digirin.



