Rewşa taxên Şêxmeqsûd û Eşerfiyê her diçe xirabtir dibe.
Li gorî agahiyan neha êdî kesên ku biçin ji derveyî herdu taxan sebzeya bikere bikîlon zêde nalhêlin derbas bibe.
Her wekî nebona mazotê ji sedî 80 kargeh hatine girtin nêzî 12000 hezar karker bê karin.
Rewşa dawî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Heru taxên Kurdan li Helebê, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji dema Rejîma Baas û heta bi Hikûmeta Veguhêz ve, li jêr dorpêçeke giran in.
Ji 4 mehan ve, ne sotmenenî û ne jî pêdiviyên jiyanê, bi hêsanî li herdu taxan peyda nabin.
“Ji ber nebona mazotê ji sedî 80 kargeh hatine girtin nêzî 12 hezar karker bê karin”
Gelek sektorên jiyanê tevizî ne.
Komên çekdar ên bi ser Hikûmeta Veguhêz ve dibin sedem ku ji 80 kargeh werin girtin û bêtirî 12 hezar karker bê kar bimînin.
Ji meha cotmehê heta bi kanûnê yên sala 2025’an du êrişên dijwar li ser herdu taxan hatin kirin, lê tevî ragihandina agirbestê jî, binpêkirina Peymana 1’ê Nîsanê ya di navbera Hikûmeta Veguhêz û Meclisa herdu taxan de bi berdewamî tê binpêkirin.



