Şevê din Amerîkayê li dijî paytexta Venezuelayê êrişên ezmanî pêk anîn. Di êrişan de gelek dever hatin bombebarankirin.
Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku wan Serok Dewlet Nîkolas Madûro û hevjîna wî girtine û ji welat derxistine.
Wezîra Edaletê ya Amerîkayê jî ragihand wê Madûro li New Yorkê bi tawanbariya bazirganiya çek û hişbirê derkeve dadgehê.
Bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump Amerîkayê li dijî Venezuelayê êrişên ezmanî pêk anîn.
Paytexta welat Karacas bi balafiran hate bombebarankirin û teqînên mezin li pey hev pêk hatin.
Di nav wan deveran de, baregehên leşkerî hatin armanckirin û elektrîka li herêmê qut bûn.
Serokdewletê Venezuelayê ragihand ku armanca êrişên Amerîkayê bi destxistina petrol û madenên li welat in û rewşa awarte ragihand.
Trump: Madûro û hevjîna wî hatin girtin û ji welat hatin derxistin
Lê piştî wê bi çend saetan Trump li ser medya dijîtal daxuyaniyek da û ragihand ku Madûro û hevjîna wî hatine girtin û ji welat hatine derxistin.
Her wiha diyar kir ew ê li gorî saeta Amerîkayê di saet 11:00’an de civîna çapemeniyê li dar bixe.
Rayedarên Amerîkî jî ku ji CBS Newsê re axivîn diyar kirin Madûro ji hêla Hêza Delta ya artêşa Amerîkayê ve hatiye girtin. Hêza Delta jî di artêşê de yekeya têkoşîna li dijî terorê ya di asta herî jor de ye.
Hikûmeta Venezuelayê êrişên Amerîkayê şermezar kir
Hikûmeta Venezuelayê jî daxuyanî da û êriş şermezar kir.
Cîgirê Serokê Venezuelayê Delcy Rodrîguez diyar kir ew nizanin Nîkolas Madûro û hevjîna wî li kuderê ne û got,
“Em ji hikûmeta serok Donald Trump dixwazin, piştrast bikin ku serok Madûro û hevjîna wî dijîn.”
Wezîrê edaletê yê DYA: Madûro wê bi bazirganiya çek û hişbirê were sûcdarkirin
Wezîra Edaletê ya Amerîkayê Pam Bondî derbarê girtinê de diyar kir wê Madûro li New York’ê derkeve pêşberî dadger û bi bazirganiya çek û hişbirê were sûcdarkirin.
Rûbîo: Ne hewceye li Venezuelayê pêngaveke din ya leşkerî were kirin
Senatorê Komarparêz Amerîkayê Mike Lee, jî ragihand ku Wezîrê Karên Derve Marco Rubio ji wî re gotiye ku Maduro ji aliyê hêzên DYE’yê ve hatiye binçavkirin û ji bo darizandinê birine Amerîkayê.”
Lee, li ser zimanê Rubio destnîşan kir ku ji ber ku Maduro niha di bin çavdêriya Amerîkayê de ye, ne hewce ye ku li Venezuelayê pêngaveke leşkerî ya din were kirin.
Rêveberiya Trump di hefteyên derbasbuyî de Serok dewletê Venezuelayê Nîkolas Madûro weke lîderê çeteya hişbirê bi nav kiribû û ji bo girtina wî 50 mîlyon dolar xelat danîbû.



