Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê KJAR derbarê xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê got:
Tenê bi hişmendiyek demokratîk û guh-dana li daxwazên gel, dikare pirsgirêkan çareser bike.
KJAR’ê diyar kir ku komara Îslamî ya Îranê bi hişmendiya netewperest û olperest hertim hewl daye daxwazên demokratîk bêdeng bike û riyên çareseriyê bê bandor bihêle.
KJAR’ê da zanîn ji bilî krîzên siyasî û civakî, dewleta Îranê bi krîzeke kûr ya aborî re rûbirû maye. Nekariye pirsgirêkên navxweyî çareser bike û bûye sedem li Rojhilata Navîn rewşek bi qeyran hebe.
KJAR’ê destnîşan kir ku komara Islamî hemû çavkaniyên xwe yên aborî û darayî xistiye xizmeta polîtîkayên leşkerî û gel di rewşek birçîbûnê de hiştiye.
Ji ber vê carek din 28’ê Kanûna 2025’an pêlek nû ya xwepêşandan û serhildanan dest pê kir.
Lê, ji bo karibe li beramberî van nerazîbûnan desthilata xwe biparêze, serî li hemû kiryarên ne-rewa dide, dixwaze bi hemû rengî civakê çavtirsandî bike.
KJAR’ê tekez kir ku ev pêla nû ya xwepêşandanan, gavek nû ye ku divê xwedî lê were derketin û dibêje:
Divê ev pirsgirêk bi hişmendiyeke demokratîk û guh-dana gel û daxwazên civakê werin çareser kirin. Çimkî ger pirsgirêk bi awayekî demokratîk neyên çareser kirin, gel xwedî wê hêz ye ku ji bo çarenûsa xwe biryara xwe bide.



