Meclîsa Jinan a DBP’ê 3 siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên ku li Silopiyayê hatin şehîdxistin bi bîr anî.
Meclîsa Jinan a DBP’ê, Endama Meclisa Partiyê ya DBP’ê Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakize Nayirê bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Sêvê , Pakize û Fatma , sê jinên berxwedêr, mohra xwe li têkoşîna jinên Kurd xisti bûn.
Her wiha hate gotin:
Îro îradeya berxwedêr a Sêvê, girêdana xurt a Pakîzeyê û têkoşîna Fatmayê rêya tevgera jinên Kurd ronî dikin.
DBP’ê anî zima ku ewê xwedî li mîrateya wan derbikevin û tu carî dev ji lêgerîna xwe ya rastî û edaletê bernedin.



