Şêniyên Reqayê sersaxî dan malbatên şehîd Emar û Xebat Reqayê.
Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên civaka sivîl û leşkerî û partiyên siyasî herikîn bin kon û merasîmek hat lidarxistin.
Piştî deqeya rêzgirtin hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê Zehra El Yûsif axivîû sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ew ji şehîdan hînî hezkirina welat û fedakariya ji bo welat û rûmetê bûne.
Bi navê QSD’ê endamê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Riyad El Xemîs jî anî ziman ku şehîdan bi xwîna destanên lehengiyê nivîsandin û soza domandina xeta wan da.
Di dewama merasîmê de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Reqayê Mihemed El Mewh jî sersaxî da malbatên şehîdan û got, bi saya keda şehîdan ew hene.
Endama PYD’ê Asya El Xerbî jî dayikên şehîdan silav kir û sersaxî ji wan re xwest.
Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin”bi dawî bû.
Şervanên QSD’ê Emar (Mihemed Taha El Mistefa) 30’ê kanûna 2025’an li herêma Tirwaziya di bersiva êrişa komeke girêdayê hikumeta veguhêz de şehîd bû, Xebat Reqa (Ebdulqadir Ebdurehman El Xilêf) jî 31’ê kanûna 2025’an jî dema erka xwe bi cih dianî di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû.



