42 şehîdên têkoşîna azadiyê yên meha kanûnê li Dirbêsiyê hatin bibîranîn.
Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Kawa Dêrikê axivî û bal kişand ser rola şehîdan di parastin, azadî û rûmetê de.
Kawa Dêrik di dewama axaftina xwe de anî ziman ku projeya neteweya demokratîk mîsogeriya rasteqîn a jiyana hevbeş e û şehîdan jî bi ked û têkoşîna xwe ev proje jiyanî kir.
Kawa Dêrik di dawiya axaftina xwe de banga şopandina rêya şehîdan kir.
Piştî axaftinan sînevîzyoneke bi wêneyên şehîdan û têkoşîna wan hat pêşandan.
Merasîm bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.



