Rêveberê Navenda Ragihandina QSD’ê Ferhad Şamî ragihand ku hûrgilî û endamên civîna Şamê piştî şêwirê, wê bi rengekî fermî werin eşkerekirin.
Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê Medya Djîtal got ku civîna şandeya fermandariya Hêzên wan bi berpirsên Hikûmeta Şamê re, girêdayî Entegrasyona Leşkerî pêk hat.
Ferhad Şamî: Wê encamên civînê piştî temamkirina şêwirmendiyê werin belavkirin
Şamî diyar kir ku hêzên wan piştrast dikin ku dê encam û hûrgiliyên civînê piştî temamkirina şêwirmendiyê, bi rengekî fermî werin belavkirin.
Ferhad Şamî: Tiştên tên belavkirin ne li gor rastiya civînê ne
Bi gotina Ferhad Şamî, tiştên tên belavkirin, ne wekî geşedanên civînê ye û nîqaş li gor pîvanên pîşeyî, bi berpirsiyartî û li ser bingehê aştî û aramiyê tên birêvebirin.



