Li gundewarê rojavayê Humsê hejmarek ciwanên ku “kartên çareserkirinê” hildigirin ji aliyê komên hikumetê ve hatin girtin.
Komên hikumeta veguhêz hejmarek ciwan li nêzî bajarokê Şîn ê gundewarê rojavayê Humsê girtin.
Bêyî tu zelalkirinên fermî yan jî tawanên li dijî wan, ew ciwan ber bi aliyên lêpirsînê ve birin.
Li hember vê bûyerê şêniyan hêrs, bertek û metirsiyên xwe der barê aqûbeta girtiyan de nîşan dan.
Nemaze jî li gel nebûna tu agahiyên piştrast li ser rewşa wan an jî cihê girtina wan.



